Di nav xweşiyê da bî cano
Kêm kes henin ku çaxê tu wan nasdikî, bi wan re qederek rûdinî, qehweyek vedixwî an xweşsohbetek oburunu bandorek li ser te dihêlin. Konut etki gelek caran bi dilnizmiya kes, bi xweşgotinên xwe yî jidil, tevgirtinên wiye samîmî, bi lisana xwe yê pak û zelal wiya bidin serî. Tu çi qas bêmehd bî jî, ew enerjiya ku kêm e û te dorpêçkiriye hêdî hêdî belav tabana û bêhnek xweş te dorpêçdike. Her kes nikare bikene, her kes nikare jidil û samîmî jiyanek biafîrîne, her kes nikare bêmenfeat nêzikatiyê xwe destnîşan bike. Ji bo wê hezkirin/hezkirî pêwîste. Her kes nikare karê xwe xweş bimeşîne, her kes nikare bi karê xwe serbikeve û bi sebrê bihonîne, ji bo wê evîna xebetkariyê, kedkariyek wek kormoriyek daxwaz û hêvî dike ji kesan.
Mirinek ciwanî her tim payîzê hêma dike, wek sosinan, wek gul ên di sermaya payîzê va diçilmisin. Ji nişka va bi ser axa sar va diherikin. Çûndina bêveger û ciwanî giran e, redkirine di rihe xwe dihewîne, nay qebûl kirin helbestkarê hêja. Marcel Proust di berhema xwe ya “li pey demên windabûyî” da dibêje, hebûna me di demê daye. Xebatkarê qelemê, nivîskarê ku her tim di can û rihê xwe da kelecanî veşartiye û her ku çûye daye ber geşkirinê. Ji vê û pê va xebatên te, berhemên te ne di demê da ew ê bijîn her tim ew ê bi me re be û metnên ku afîrandiye, risteyên ku ji lisan û hişê te da herikiye ser rûpan bi wan re tu yî bijî, te ji me re hem rihê xwe yî kelecan û hişê afîriner hişt hem jî riste û hevokên xwe. Em ji tenêbûnek deri û bi ber tenêbûnek va diçin, rastiya mirovahiya herî tûj û dijwar mesken e. Me gelek hezkiriyê xwe binax kir, hemû jî bi tenêbûnek hatin û çûn. Di esasê xwe da kêliyeke hemû jiyan; bîranîn, hezkirin, şabûn, hindakirin, têkoşîn, liberxwedayîn, serkeftin an binketin kêliyek ji kêliyek e. Çi ji me re dimîne kêliyek behnxweş, dîmenek rûkenî. Dîmenek ku li ba xwe min tomarkiriye ê xebate ye, rûkeniya te ye…
Helbestkar, nivîskar û xebatkarê çand û hunerê A. Rahîm Kiliç hefteya ku me li pişt xwe hişt ji nava me koça dawî kir. Nexweşîna wî giran bû bi ber bayê felekê ketibû, li hemberî ew nexweşînê gelek li ber xwe da, lê mixabin bi serneket. Telefonek ji nas û dostan bihata bêhtir dihat serxwe çimkî ji mîrovan û mîrovahiyê hezdikir, qedir û qiymet li ba wî bo têkîlî wek nan û avê bû. Ji gelê xwe, civata xwe hezdikir, ji zimanê xwe hezdikir, ji hevalên xwe hezdikir. Ger hûn bêjin Kiliç bo te çiye? Ez ê bêguman bêjim hezkirine. Risteyên xwe yê melonkolîk û sewdaser hişt, risteyên xwe bi du zimanî hişt, hevokên xwe yê konutunu hişt. Rûkeniya xwe hişt, dilxweşiya xwe hişt, dilnizmiya xwe jê me re hişt û çû. Bi her mirina ciwanî an bi mirinên şokî û ji nişka va tê li çav û dev dikeve; tiştek fêrî me dike hêdî hêdî hin dike çûndinên dawî dijwarin û rastiyek telh dide ber me. Wek pelên payîzê pirî caran jiyan/kirin hema te dî bi bayê payîzê va weşiya ser axa sar. Bi temamî me sê car hevûdin dî, du car em leqaye hevûdin hatin. Yê ewil jî bo bernameya wiya li ser Amed TV Radyoyê bi navê her telden dihat weşandin em hatibûn ba hev. Bernameyek nay jibîrkirin, ji bo min li cihek taybet daye û ew ê her wisa bimîne. Gulek dirêjî min kiribû, ger hûn bejin Kiliç çiye? Ez ê bêşik bêjim gula ziman û welatê xwe bû. Ew jî ji wan kêm kesan bû ku bi mevanperweriya xwe, bi xweşgotinên xwe, bi rûkeniya xwe pêşwaziya min kiribû. Enerjiya wî her tim geş bû, müspet û çalakgerek bû. Her tim behsa xebatên xwe yî ku dixwest bîne cih qala wan dikir. Sekin û rawestandin di jiyana wî da tinebû. Cîksî bû, karîzma bû, bi ziman û usluba xwe mar ji qûl derdixist, mar dikir qûl. Bi pevçûnan bi xiracirê karê xwe nedibir serî, guhdar dikir, ji egoya muhteşeme dûr bû. Însanan ji xwe biçûk nedîdit, tevgirtin û nêzikatiya wî di xizeya çav da bû ne biçûk dikir ne jî mezin dikir. Ger hûn bêjim Kiliç çiye? Ez ê bêjim wext û zemanên berê derwîşek bû. Ehlakek derwîşî pê ra hebû, wicdan û xweşbinî wî dorpeç kiribû.
Cihê ku em leqayê hevûdin dihatin gelek nivîskar, şaîr, lêkolîner, peyamnêr, kedkarên wêjeyê jî dihatin û diçûn. Ji bilî Kiliç û ciwanek din hemû ketibûn tora xwe xweşkirine, egoyek harika li ser wan hebû, digotin me dinyayê jinûva avakiriye, wisa li jor meriv dinêrtin ji xwedê re digotin dê here wir da. Bi Kiliç re me li wan temeşadikir an gotarên wan radixist ber xwe û li ser rûyê me kenên rojê dibişkifiyan. Xwe wek “navend” dihêsibandin. Ez û Kiliç dijî navendê bûn, di cihek da me xwe digîhiştand hevûdin ew jî ew ên ku digotin “ez im navend!” Di wê navenda wan da çi hebû nizanim, lê bi rastî tiştê ku me didît û dixwend berhemên wan da qelsbûn, melenkoliyek jihevketî hebû, ji gengaşiyên xwe me konut encam derdixist.
Kiliç mutewazî bû wek hin kesan ne digot “ez û ez” tahminen bo wî min ew qas jê hezkir û bi dilek rihet em diketin nav mijaran û hurgulî wêjeyê. Ew ên ku digotin em “navendin” û rûyên xwe yê tirş destnîşandikirin piştî çûndina wan ne hêvokek ne jî ew ê peyvek li pişt wan bê gotin, çimkî ji însanetiyê dûr in, tabanın egoyên xwe ya muhteşem da dicirifiyan. Her tişt bi tevgirtinek dirûst û însanetiyê li ba însanan destpêdike. Kiliç însanek hêja bû û keda wî li ser gelek şagirtan jî hebû, tahminen şagirtên wî li cihek berhemên nemir diafîrînin. Pirtûka wiya bi navê “ ji bo fîlmekî senaryo” cihek wiyê taybet heye û bûye milkê Edebiyata Kurdî, bi wê berhema û alîkariya wî ew ê çi senaryo bên nivîsandin, ew ê dem û zeman destnîşan bike bêguman. Baş e ku min te naskir, baş e ku em leqaye hevûdin hatin di nav zikreşên por direj û kin, baş e ku me xwe ji ew ên ku navê “navend”ê lixwekirine dûr ketin, başe ku min berhemên te xwend… Çi binivîsim ew ê kêm be! Oxira te ya xêrê cano, di nav gul û sosinên welat da, di xêr û xweşiye da bî…
Dem li barekî giran
Dil li warekî wêran digeriya
(…)
Şûr li egîdekî şanaz
Şêr li meydaneke bênaz digeriya*
*ev riste hejmera dawî li kovara Nûbihare sınır weşandin. Ji helbesta wiya bi navê “Şahkarê Herimî”, mixabin nedî û ne gihiştê!
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.