Şevek Qasim Beg
Merheba ji wer canik û camêrno. Îsal li welatê me hema bê qet şilî tuneyî. Ne baran û ne jî berf. Bifikirin sıkıntıya zivistanê û tav. Tav heye lê dinya ne ku germ e ha. Wer sayî ye. Tew ew bayê kur, ez qet qala wî nakim. Ji ber wî bayî heta hestiyê me qeşa girt.
Mezinên me her tim ji bo vî bayî digotin ya sê rojan ya jî heft rojan wê dewam bike. Lê îsal qet nesekinî. Bo wê, tava li ezman bê fêde bû.
Tenê hefteya çû baran barî. Wê çaxê jî min nedixwest baran û berf bibare. Hûn ê bibêjin çima. Heyra, hefteya çû min go, ji zû ve ye ez neçûme Amedê û roja înê ji Mêrdîn, min berê xwe da Amedê. Gava ez gihaştim Amedê, bû xir û gima ewrên reş û tarî. Lo bavoo ew çend rojê ku ez li Amedê mam baranê rê neda. Min go, ez çiqas kesekî bêsiûdim lo. Cilde car carna baran disekînî. Ji xwe ez jî li benda wê seknê dimam û hema min xwe davêt derve.
Belê, bi vê heviyê ez li mal bûm û min dî baranê xwîn li xwe sar kir. Hema min xwe avêt derve û min berê xwe da cîhê ku min û hevalekî bo hevdîtinê li hev kiribû.
Hevalê min nivîskar bû û pirtûka wî ya çîroka ya bi navê “Katib û Kûçik” nû çap bibû. Li ser navên min îmza kir û diyariyê min kir.
Piştî ku em qederekî dirêj li ba hev rûniştin bo karê xwe ew rabû û çû. Wexta ew çû min jî go de ez ê çend çîrokî wî bixwînim û taliyê ez ê rabim. Gava min dest bi xwendinê kir min hew serê xwe ji pirtûkê rakir. Berhemê bi zimanekî herikbarê helbestî, balkêşiya her çîrokekê ez bi ber xwe ve kişandibûm.
Brûskê vedida, ewr digurijî, ewr wek gayekî dioriya û baran dibarî di berhemê de jî wek van rojên ez li Amedê bûm. Mekanên çîrokên pirtûkê, bajarê Amedê bû û di her çîrokekê de dîrokek veşartî radixist li pêş me. Ew kuçe û kolanên Amedê ku em lê gav dikin, meydana ku destê sibeyan bûye ciyê sêdarê, qesr û qonax û xanên ku em lê oburun û lê rûdinên û heta aş û aşxaneyên wek hebê tizbiyê yek bi yek tê de hatiye raxistin. Nivîskar bi çirokê xwe me tê dighêjine ku bê çiqas dîrokek veşartî li vî bajarê Amedê heye. Amed xistiye mekanê wêjeyek xwirt û Amed xistiye neynika welatekî. Ew qesr û qonax, ew mizgevt û dêr, ew sûr û vücut ne cilde avahî ne û bi hinek kevira hatiye lêkirin.
Bi xwendina Katib û Kûçik Amed li ber lisana meriv bêtir şîrîntir tabana, di kirasê wêjeyê de, di kirasê wêjeyek zîz û sosinî de Amed çi qas xweşik bûye, an jî bajar çiqas xweşik tabanın. Her wiha bi bûyerên qewîmiye meriv xemgîn tabana.
Min behsa bêsiûdiya xwe kir, ez dixwazim hinekî kurt behsa bêsiûdekî di vê pirtûkê de bikim. Behsa çîroka bi navê “Şeveke Qasim Beg” bikim. Qasim beg li odeya xwe; li gor gotina nivîskar odeyek wek binê bîrekê çîrokek parçe parçe kiriye li ser çend kevalên li şoveleyan barkirî ne û di nav wan de moriya xewê nû ketiye çavên wî. Rebeno xeyela wî ew e ku gava ji bajêr vegere (Min wer fêm kir Qasim beg kesekî ne li bajêr û ne jî li gund dihemile êdî) û li gund bijî, lê ne li ser gund, li wî qeracê li perê gund ku cilde dara ti’okê lê heyî xaniyekî lêke û lê bijî. Lê şev nîvê şevê telefon ji Qasim Beg re tê û diya wî jê re dibêje, kesekî xil û xerîb çûye li qerêc kindir avêtiye wê dara ti’okê û xwe xeniqandiye. Bi wê telefonê re xewn û xeyalî wî serûbin tabana. Bi xeniqandina wî kesî ew qerac û ew dar li ber çavê wî reş tabana û tabana ez çiqas bêsiûdim! Û dibêje ew ciyê ku min digo ji bilî min di bîra kesî de nîne, ew ciyê req û rût, ew ciyê ku hew darek ti’okê lêbû, ew qeracê ku rê pê nakeve kesekî xil û xerîb çima diçe xwe li wir dixeniqîne. Bi mirina wî kesî xewn û xeyalê Qasim Beg jî dimire. Gava min ew xwend min got, wa Qasim Beg jî weke min bêsiûd e. Ji ber ku ez jî destê xwe diavêjim çi hişk tabana û çep obura lo. Weke min di serî de jî qal kiribû. Îsal qet şilî tune bû lê gava ez gihaştim Amedê ji berf û baranê ezman çiriya lo.
Belê, min bi rûniştinekê de pirtûk qedand. Dostanî û hevaltiya min û Dava Bîngol hema qasî deh salan heye. Her ku rêya min bi Amedê dikeve em îllim hevdu tabanının. Lê van çend gotinên min ne ji bo xatirê vê dostaniya me bû. Amed di nava rûpelên van çîrokan de pir xweşik hatiye qalkirin.
Baran jî sekinî bû. Ji rûniştinê ez hişk bibûm. Min go piçkî ez bimeşim. Helbet di hişê min de bi taybet Qasim Beg, ew sûr û vücut, qesr û xan û bûyerên li Amedê qewîmiye diçû û dihat. Hew min dî erebeyek bi qornaya xwe yî şîqeşîq li ber min sekînî. Mêrik serê xwe ji paca erebê derxist û bi tirkî û bi devoka Amediya go; abê heyran aşiksan (ma tu evîndarî)! Tahminen bêsiûdiya min û Qasim Beg ez bi bîr ve biribûm, min xwestibû derbasî wî alî rê bim. Min li mêrik nêrî û bi ken min go; erê heyra ez aşiqim. Ez aşiqê vî bajarî me.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilisiniz.